ROJEVA 30'Ê KANÛNA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhane.

Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re hatin kirin wê bêne şopandin.

Siyasetmedar, akademîsyen û hiqûqnasên têkildarî hevdîtina DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re axivîn, diyar kirin ku divê tecrîd bê rakirin û Rêber Apo di nava şert û mercên azad de pêvajoyê bimeşîne.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku yekane rêya rizgariya ji krîza netewe-dewletê ya li Rojhilata Navîn çareseriya neteweya demokratîk e û got, "Ya ku çareser bike jî têkoşîna gelan, jinan û hêzên demokratîk şoreşger in."

Girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo xwedîderketina li Şoreşa Rojava û mezinkirina berxwedanê bang kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Kampa Govendên Kurdistanê ku 20'ê Kanûnê li bajarê Bielefeld ê Elmanyayê destpê kir, di 29'ê Kanûnê de bi coş bi dawî bû.