ROJEVA 30'Ê HEZÎRANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Hezîrana 2020'an.

Nobeda azadiyê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin, kete hefteya 417'an.

Gerîlayên ku li dijî hêzên hewayî û hemû amûrên şer ên artêşa Tirk li Heftanînê bi rengekî dîrokî li ber xwe didin, û bi çalakiyên xurt bersivê didin, diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin û bi ser bikevin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Rewşen Mardîn bal kişand ser taybetmendiya berxwedêriyê ya gelê Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir, çawa ku rejîma Saddam têk birin, bi heman rengî divê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin.

Xwarziyê û hevrêya Zîlan Elîf Kaya ragihand, ku Zîlan bi rêbaza xwe ya têkoşînê rêya jiyana rast nîşanî her kesî da û got, "Her jinekê dît ku dikare bi wêrekî, biryardarî û têgihiştina Zîlan tevbigere."

Girtiya nexweş Ekîm Can Polat di hevdîtina bi dayika xwe re got, gardiyanan destdirêjî lê kirine. Dayik Songul îlker bang li rêxistinên civakî yên sivîl kir ku tavilê heyetekê bişînin.

Li Gola Wanê keştiyeke penaberan binav bû. 100 penaber winda ne.

Êşkenceya li endama TJA'yê û endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk Sevîl Rojbîn Çetîn, li Wanê bû sedema nerazîbûnan ku demekê hevşaredarî lê kiribû.

Aktîvîsta TJA'yê Zelal Bîlgîn ragihand ku desthilatdarî bi rê û rêbazên êşkenceyê hewl dide civakê lawaz bike û got, "Tirsa ku hûn diafirînin wê bi wêrekiya me belav bibe. Divê vê yekê baş fêhm bikin."