ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Diyar e xwedîderketina li Jîna dema ne li Îranê be dibe 'çalakiyeke' bêrîsk û populer, lê ji bo xwedîderketina li Jînayan û Sara û Rûken ên 'Jin, Jiyan, Azadî' afirandin, sekneke hîn azadîparêz û hevgirtî divê.

- Ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê li Nexweşxaneya Dewletê ya li Colemêrgê 40, li Nexweşxaneya Sehra ya li gundê Bilicanê jî zêdeyî 100 cenazeyên leşkeran hene.

- Li gorî rapora Global Witnessê, di nava deh salên dawî de zêdeyî 1.700 aktîvîstên hawirdorparêz hatin qetilkirin. Ev yek tê wê wateyê ku rojane hema bêje aktîvîstek tê kuştin.

- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku ji 16'ê Îlonê û vir ve di xwepêşandanên şermezarkirinê de yên ji bo Jîna Emînî hatin lidarxistin, herî kêm 83 kesên din ji aliyê dewletê ve hatine qetilkirin.

- Dadgeha Bilind a Hindistanê diyar kir ku jinên nezewicî jî di nav de jin hemû heta hefteya 24'an wê karibin kurtajê bikin.