ROJEVA 3'Ê TEBAXA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Ji ber salvegera 8'an a Qirkirina li Şengalê wê li Kurdistanê, gelek welatên Ewropayê û tevahiya cîhanê çalakî bêne lidarxistin.

- Mirov gelek însanan dibîne û nas dike. Lê belê kêm însan bandorê li mirovan dike û nayê jibîrkirin. Yek ji wan mirovan ku bandor li min kir, gerîlayê azadiyê, yek ji fermandarên leheng Ahmet Rûbar bû.

- Dosya Îmam Îhsan Perteklî ji aliyê dadgerî û siyasiyan ve hate girtin ku li Norşînê li qûrsa quranê dest avêt zarokek 13 salî. Êrîşkarê ku daxwaza teqawîtbûnê kir û ji Norşînê reviya, nayê zanîn bê niha li ku ye.

- Endamê Dîwana Serokatiya Tevgera Azadî Hisên Kerkûkî bal kişande ser rewşa Kurdan li Bexdayê û got, "Ji ber ku Kurd li Bexdayê yekgirtî û xwedî proje nînin lewma lewaz in. Ji ber  ku ne berjewendiya neteweyî, tenê berjewendiya hizbî bi dest dixin."

- Dewleta Tirk a dagirker bi êrîş û kiryarên xwe yên derexlaqî û hovane, xelkê Êzidî yê li Efrînê direvîne, bi êşkenceyan qetil dike û carnan jî bi şertê fîdye standinê berdide û piştre gefan lê dixwe.