ROJEVA 29'Ê GULANA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Gulana 2020'an.

Sîstema şerê taybet a li dijî Kurdan ku xwe dispêre Plana Şark Islahatê, çar salên dawî li qada xwecihî bi rêbaza rejîma qeyûm bi rê ve diçe. Qeyûmên ku piştî qirkirina siyasî û desteserkirinê tên tayînkirin, hêza herî êrişkar a qirkirina çandî ne.

Dr. Erdal Sîpan bal kişand ser şewba vîrûsa koronayê ku li cîhanê belav bûye û destnîşan kir ku sedema vê şewbê modernîteya kapîtalîst e. Dr. Sîpan bi bîr xist ku welatên kapîtalîst nikarin heq ji şewbê bên.

HES û Bendavên ku li derdora Gola Wanê tên çêkirin, li gel zindiyan her wiha xwezayê jî talan dikin.

Xaça Sor û Tevgera Heyva Sor ên Navneteweyî, ji bo alîkariyê bi mexdûrên şewba vîrûsa koronayê bikin dest bi kampanyeyeke mezin kirin. Rêxistinan ji bo bexşa ji 3.2 milyar dolarî bang kirin.

Civîna Bilind a Avhewayê ya 26'emîn ku yek ji civînên herî girîng ên navneteweyî yên li dijî germahiya global e, herÎ kêm salekê hate taloqkirin.

Yek ji şîrketên ku kêmbûna firotinê ya ji ber krîzê ji xwe re kiriye hincet Renaûlt, wê hejmara xebatkarên xwe bi yek ji deh parî kêm bike.

Li gorî lêkolîneke nû ya li Antarktîkayê hate kirin, qeşaya ku wê asta okyanûsan bilind bike, ji texmînan zûtir dibe ku bihelin.