ROJEVA 29'Ê ADARA 2018'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Adara 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê bên şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Efrînê wê werin şopandin.

- Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûne, tevî şert û mercên giran ên li herêma Şehbayê û gefên dewleta Tirk jî naxwazin axa xwe biterikînin. Efrînî dixwazin Şehba weke herêma ewle bê ragihandin.

- Erdogan diçe Wanê ku îdîa dike hezar û 459 cih lê vekiriye. Li Wanê ku febrîqeyên heyî hatine firotin û yeka bi tenê jî lê nehatiye vekirin, ji bilî karên ji bo ewlekariya dewletê û nokeran tiştek nehatiye kirin.