ROJEVA 29'Ê ÇILEYÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Çileya 2019'an.

-  Çalakiyên ku ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê li dijî DAÎŞ'ê tên kirin wê bên şopandin.

- Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, berxwedana bi pêşengiya Leyla Guven tê kirin berxwedana serketinê ye û got, "Ji biçûk dest pê kir, mezin dibe û wê encamê bi dest bixe."

- Parlamentera berê ya HDP'ê û Hevseroka berê ya KCD'ê Selma Irmak ji ANF'ê re peyamek şand û diyar kir, ew bi biryar in ku heta dawiyê li ber tecrîdê rabin.

- Endamê Konseya Navendî ya TTB'ê Dr. Halîs Yerlîkaya diyar kir, wan ji bo Hevseroka KCD'ê Leyla Guven heyeta tenduristiyê ava kirine, lê belê Guven daxwaza ji bo kontrola tenduristiyê taloq kiriye.

- Endama Koordînasyona KJK'ê Zerîn Rûken, grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir, berxwedana civakî wî tecrîdê parçe bike.

- Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa T a Dîlokê 3 girtiyên din dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger kirin. Li Girtîgeha Meletiyê jî 4 girtî 25 roj in di greva birçîbûnê de ne.

- Partiya Çep (Dîe Lînke) daxuyaniyek da û bang kir ku tecrîd tavilê bi dawî bibe û danûstandin dest pê bikin. Ji hikumeta Elman jî hate xwestin ku nebe hevparê sûcên Tirkiyeyê.

- Nobeda Azadiyê ya li ber Konseya Ewropayê tê girtin, di hefteya 345'an bi komên nû dewam dike.