ROJEVA 28'Ê TEBAXA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît anî ziman ku berxwedana gerîla ya bi heybet dewam dike û got, "Nabe ku têkoşîn bi temamî ji gerîla bê hêvîkirin. Gel divê bi rengekî hîn çalak û radîkal têbikoşin. Divê şerê gel ê antîfaşîst bê meşandin."

Malbata gerîla Serdem Cûdî ku di êrişa PDK'ê de şehîd bû, diyar kir ku sal jî derbas bibin ew ê daxwaza cenazeyê xwe bikin û got, xiyaneta PDK'ê êdî eşkere bûye.

Piştî şoreşê jin ji bo karibin tevlî jiyana civakî bibin dest bi pêvajoya rêxistinbûnê kirin. Jinên ku ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatibûn revandin, destdirêjî û êşkence li wan hatibû kirin. Ji bo bidawîkirina van travmayan jin tevlî saziyên civakî bûn.