ROJEVA 28'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, ku rojên bê dibe ku li Metîna, li Girê Bahar, li xeta Xakurkê-Xinêre êrişa dagirkeriyê bê kirin û got, "Em di wê baweriyê de ne ku dijmin wê bersiva pêwîst werbigire."

Cezayê îdamê yê ku dadgeriya Îranê li gerîlayê HPG'ê Ethem Ozdemîr biriye, ji aliyê dadgeha bilind ve hate erêkirin. Gerîla di her kêliyê de dikare bê darvekirin.

Rojnamevan Serdar Karakoç ku bi daxwaza Elmanyayê ya ji bo radestkirinê li Hollandayê hate binçavkirin, îro derdikeve pêşberî dadgehê.

Sekreterê Giştî yê Partiya Çep Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Salih Gedo got, bi tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd AbdullaH ocalan re mafê gelê Kurd û gelên dilxwazên azadiyê tê binpêkirin.

Hevseroka Amedê ya TUHAD-FED'ê Eylem Bîrtane diyar kir ku tecrîd li nava tevahiya civakê belav bûye û got, "Tecrîd pirsgirêka tevahiya civakê ye, ne tenê ya girtiyan e."