ROJEVA 27'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Gulana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 27'ê Gulana 2019'an.
- Rewşa piştî grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatin, wê were şopandin.
- Rojên Çanda Kurd ku li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê her sal bi rengekî kevneşop pêk tê, îsal 29'ê Gulanê dest pê dike. Wê 4 rojan konser, panel, film û govend, her wiha çalakiyên hunerî pêk werin.
- Şilêr an jî Guldexwîn, ji ber ku bi nezantî tên komkirin û firotin, di rewşeke metirsîdar de ye ku ji holê rabe. Colemêrgî ji bo Şilêr tine nebe li bexçeyên xwe diçînin.