ROJEVA 25'Ê GULANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik bi gotina, "erka xwe ya ji bo vî gelî bi cih bînin" bang li ciwanên Kurd kir û got, "Çi bikin mafdar in, rewa ye."
- Gerîla Rojhat Qehreman diyar kir ku çeka wan a herî mezin paradîgmaya wan e û got, "Dibe ku çekên me yên mezin tune bin, lê belê bawerî û îradeya me ewqasî mezin e ku dikare şer bike û bi ser bikeve."
- Endamê TAYAD'ê Fahrettîn Kesîn diyar kir ku keça wî Yildiz Keskîn bi Garîbe Gezer re li heman hucreyê bû û jê re gotiye, dibe ku Garîbe hatibe kuştin.
- Fatûreya elektrîkê ya girtîgehan weke cihekî ticaretxaneyê tê birîn û ev yek jî dibe sedema fatûreyên bilind. Girtî ji aliyê aborî ve jî têne cezakirin