ROJEVA 25'Ê ÇILEYA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Çalakî û daxuyaniyên li hemberî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Bûyerên li Îranê divê bi dînamîkên navxweyî bêne vegotin. Esasê tevgera li Îranê hêz û derdora ji nirxên Îslamî ye. Li Îranê êdî tiştek wê mîna berê nebe. Hevserokê Konseya Rêveber a KODAR'ê Fûad Bêrîtan ji ANF'ê re nirxand.

- Mazlûm Qamişlo ku bi helbestên Cîgerxwîn mezin bû, bû xwedî hişmendiya Kurdîtiyê û ji bo hesreta azadiyê ya gelê xwe pêk bîne ji Qamişloyê berê xwe da çeperên berxwedanê yên li çiyayên Kurdistanê, bû navê jiyaneke berxwedêr.

- Hestiyên mirovan ên li gundê Arabûkê yê navçeya Hîlwan a Rihayê hatin dîtin, tê gotin ku yên wan mirovan e ku ji aliyê  damezrînerê JÎTEM'ê Arîf Dogan ve hatine qetilkirin.

- Endamê Meclîsa PJAK'ê Amed Şaho ragihand ku berxwedana bi dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li Rojhilat û Îranê tê kirin, hişmendî daye gel û got, lewma desthilatdariya Îranê hewl dide naveroka vê dirûşmê pûç bike.

- Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çîçek destnîşan kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê li gel tarîtiyê jî bûye hêvî ji alîgirên guhertinê re.