ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

KBDH'ê diyar kir ku jinan li pêşberî kuştina jinan kolan û çeper neterikandine û got, "Bêguman em ê sîstema kapîtalîst a patriyarkal ku destavêtin û kuştinê li jinan ferz dike, bi destê xwe biavêje ser sergoyê dîrokê."

Şerê li dijî Kurdan ê dewleta Tirk, ku li şûna çareseriyê, qirkirina siyasî datîne pêşiya xwe, 5 sal li pey xwe hişt. Di vî şerî de ku di salvegera Lozanê de 24'ê Tîrmeha 2015'an hate destpêkirin, gelê Kurd bi rengekî bêhempa li ber xwe da.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bang li her kesî kir ku beşdarî çalakiyên bi wesîleya salvegera 97'an a Peyman Lozanê di 24-25'ê Tîrmehê de bên lidarxistin bibin. Di çalakiyê de wê ambargoya li ser Kampa Mexmûrê jî bê şermezarkirin.

Li gorî lêkolîneke ku li kovara Scînece hate weşandin, bi saya tedbîrên bên girtin di nava 20 salan de çar ji pênc parên çopa plastîk a ji 1.3 milyar tonî dikare bê kêmkirin.


Li Efganistanê ku Talîbanê bi şert qebûl kiriye ku bi hikumetê re danûstandinan bike, di êrişeke hewayî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan.