Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

ROJEVA 24'Ê SIBATA 2021'Ê

Nûçeyên sereke yên rojeva Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.

Çalakiyên nobedê yên li Elmanya û Fransayê wê werin şopandin, ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin.

Bi dehan kesayetên ji Başûrê Kurdistanê nameyeke ji Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson re şandin û hişyarî dan ku ragihandina PKK'ê weke 'rêxistineke terorîst' tenê bi kêrî rewakirina zextên dewleta Tirk tê.

Aktîvîsta TJA'yê Nevriye Çûr bal kişand ser zêdebûna tundiya li jinê û anî ziman ku kiryar ji polîtîkaya bêcezahiştinê hêzê digirin. Nevriye Çûr got, "Sedema kuştina jinan, polîtîkayên AKP'ê ye."

Endamê Polîtburo ya Partiya Tifaqa Sosyalîst a Gel a Misrê Mamdûh Habaşî işaret bi metirsiya rakirina wekîltiya HDP'iyan kir û got, "Yê ku mafê destnedanê yê rasteqîn û pêbawer daye we, gel bi xwe ye."

Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên li Swêdê Ridvan Altûn bi rêya înternetê bi Nooshî Dadgostar re axivî ku 31'ê Cotmehê ji bo lîdertiya Partiya Çep hate hilbijartin.

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê Bernameya Hawirdorê ya Neteweyên Yekbûyî (UNEP) ve hate weşandin, ji bo serxistina armancên avhewayê pêwîste polîtîkayên aboriyê jinûve bêne nirxandin.

Rêveberiya Îranê ku betalkirina pêkanînên DYE'yê ji bo paşeroja Peymana Nukleerê weke şert destnîşan dike, dest bi kêmkirina liv û tevger çavdêrên navneteweyî yên li tesîsên xwe kir.