ROJEVA 24'Ê KANÛNÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Kanûna 2018'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 24'ê Kanûna 2018'an.
- Çalakiyên ji bo tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne lidarxistin wê werin şopandin.
- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê têne kirin wê bên şopandin.
- Greva birçîbûnê ya bê dawî û bê dorveger a li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di roja 8'an de ye. Çalakgeran bang kirin û gotin, "Divê gelê me li dora Rêberê me li hev bicive."
- Ji bo piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê, Kurdistanî ji gelek welatên Ewropayê hatin qada çalakiyê. Kurdistaniyan gotin, eger rewşeke neyînî ji ber çalakiyê rû bide, wê CPT ji vê berpirsyar be.
- Alîkarê Hevserokên HDP'ê yê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy diyar kir ku polîtîkayeke Tirkiyeyê ya ji bo têkbirina desthilatdariya Esad nemaye û got, hemû hesabên xwe li ser êrîşa li dijî Rojava amade kiriye.
- Qeyûmê ku dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DBP'yî, kolanên bajêr kiriye otopark. Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî vê dan.
- Komkujiyên Mereş, Roboskî û 19'ê Kanûnê, li paytexta Swêd Stockholmê hatin şermezarkirin. Di çalakiyê de mirovên ji aliyê çeteyên faşîst û dewleta Tirk ve hatin kuştin, hatin bîranîn.
- Firat Ozel bi salan e giya û nebatên bi şîfa difiroşe. Ozel dibêje, ji berê ve mirov li Kurdistanê ji giya û nebatan dermên çêdikin û bi vî rengî sieheta xwe baş dikin.