ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

-Komên çete Hemzat û Suleyman Şah ên ser bi dewleta Tirk a dagiker li Efrînê zeytûnên welatiyên sivîl talan dikin.

-Aktivîsta TJA’yê Hatîce Şen diyar kir ku di têkoşîna 40 salan a jinan de, gelek nirxên giranbuha derketin holê, ji hêla din ve dijmin jî ji bo van pîroziyan ji holê rabike, di nava şerekî de ye.

-Parlamenterê HDP’ê yê Entalyayê Kemal Bulbul diyar kir ku nivîsa gefa mirinê ya li Pendîkê ne bi tenê ye, êrîşek sistematik e û teqez kir pêwîst e Elewî bi hemû pêk hateyên xwe ve li gorî vê tevger bike.

-Fermandeyê Fewca Laleşê Xal Elî bal kişand ser peymana Bexda û Hewlêr a li ser Şengalê û got: “Em Peymana Şengalê qebûl nakin, eger bi zorê li ser me ferz bikin em ê bi çek li hemberî wan bisekînin.”

-Berdevkê şandeya Şengalê ku çûbû Bexdayê, Faris Herbo got lingê vê peymana di navbera Hewlêr-Bexdayê de hatî çêkirin hene; lingê ewlehî û lingê îdarî û destnîşan kir ku hesabên serdestan hebin yên gelê Şengalê jî hene.

-Li Libyayê alî li ser agirbesteke mayinde û demildest li hev kirin. Li gorî peymanê divê leşkerên kirêkirî derkevin. Washîngtonê xwest ku leşkerên kirêkirî vekişin. Erdogan hewl da ku agirbestê sabote bike.

-Ermeniyên li Dîasporayê li Strasboûrgê ya Fransayê meş û mîtîngeke girseyî kirin.

-Jina bi navê Sonîa M. 2014’an piştî ku çûyî Sûriyê û tevlî DAÎŞ’ê bûyî û vegeriyayî Fransayê di doza komkujiya Charlîe Hebdo de ku bi şahidi lê dihate guhdarîkirin, gote kovara mîzahê, ‘’Dev jê neqere, berdewam bike.’’

-Beriya bi 31 salan 24'ê Cotmeha 1989'an li avahiya dîrokî ya Dadgeha Eyaleta Dusseldorfê doza herî mezin a siyasî ya welêt dest pê kir. Elmanya ku hewl dida şoreşger û welatparêzên Kurd darizîne xwe di ber karekî ji xwe mezintir re kiribû.

-Veysel S., ku daxwazaneme dadadgeha doza ku siyasetmedarên Kurd li Stûttgartê ya Elmanyayê dihatin darizandin, got ew  Kurd e û nekarî ku li dijî êrîşên dirinde bêdeng bimaya.