ROJEVA 24'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Li gorî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hewldanên ji bo agirbestê û vekirina rêya diyalogê ji aliyê Fermandariya Giştî ya Tirk lîstikek bû. Lê belê tevî vê yekê nedixwest bibe ew alî ku agirbest têk biriye.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik pêngava 'Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye' nirxand û got, "Em dixwazin bi rêya vê pêngavê têkoşîna xwe ya bi salan bi ser bixînin."

Dijminê xwe hîn di zarokatiyê de nas kiribû. Hêrsa wî kêm nebûbû, baweriya wî lawaz nebûbû, timî bi daxwaza tolhildanê bû. Mîna navê xwe bûbû Ferman.

Wezîrê Karên Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mîke Pompeo, Partiya Komunîst a Çînê bi 'sorkirin'a xwepêşandanên li welêt ên li dijî nijadperestiyê sûcdar kir.

Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’ê diyar kirin ku ev polîtîkayên qirêj piştî Pêngava “Bikeve nav tevgerê” zêdetir rû dan û gotin: "Ji ber rola pêşeng a ciwanan qebûl nakin. Dizanin ku ev rola pêşeng a ciwanan wê wan asteng bike. Ji ber dizanin ku heke ciwan hişyar bibin wê desthilatdariya wan tine bibe. Wê ciwan bi têkoşîn û berxwedana xwe bihêlin ew çok deynin."