ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

-Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

-Çalakiya Dayikên Aştiyê ya li ber deriyê sînor ê Sêmalka were şopandin.

-Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Cafer Şervan diyar kir pergala ku wê nû were avakirin wê ne hêzên kapîtalîst lê yên ku pêşengiya têkoşîna gelan dikin, diyar bikin.

-Artêşa Tirk ku ji 23'yê Nîsanê ve li ser Qadên Parastinê yên Medyayê dest pê kirî li berxwedana gerîla asê ma. Tê diyarkirin çawişekî pispor ê Tirk ku bi mehan e li qadên şer e û probelên psîkolojîk dijî, xwe kuştiye.

-Teoriya Neteweya Demokratîk, Konfederalîzma Demokratîk, Xwerêberî û Xweseriya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Zanîngeha Potsdamê bû mijara dersê.
-Ridwan Mihemed diyar kir ku gaziyên şer ên Rojava ji ber ku dizanin ji bo kîjan armancê parçeyek ji canê xwe feda kirine, heya niha jî xebatên xwe bi ruheke zindî didomînin.

-Di demê dawî de li bajarên Kurdan ji pêwîstiyê zêdetir mele û xwendekarên Qûrsên Qûranê tên erdkarkirin.

-Li Dersimê di nava 10 salên dawî de 6 bendav û HES hatine çêkirin, vê jî wisa kiriye ava Çemê Mûnzûr di dîroka xwe de bigihêje asta herî kêm.

-Colemêrg cihekî hest û xeyalan a cîhanê û abîdeyek merd a xwezayê ye. Geliyê Qewalê û Şelaleya Ava Orê du parçeyên heybet ên hev temam dikinin.