ROJEVA 23'Ê TÎRMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan beşdarî 'Bernameya Taybet' a Stêrk TV bû û diyar kir, di nava 31 rojên êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de, hêzên gerîla 95 caran li Heftanînê li dijî artêşa Tirk çalakî kirine. Karayilan got, "236 leşkerên Tirk hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn, lê belê hejmar ji vê zêdetir e. Her wiha derb li 6 helîkopterên bi tîpa Kobra hate xistin."

Pêngava gerîla ya li Heftanînê mehek li pey xwe hişt. Du gerîlayên tevlî vî şerî bûn, diyar kirin ku ew bi çi rengî li ber xwe didin, qadên Xantûr û Qesrokê çima girîng in û şer niha di kîjan astê de ye.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî li ser zextên dewleta Tirk û karê xwe yê 'Kombûnên Demokrasiyê' axivî. Temellî got, "Di karê xwe de em dibînin ku fikrê bernameya siyasî ya civakê û feraseta me çiqasî li hev dikin."

Şerê topyekûn ê ku dewleta Tirk di salvegera Lozanê de, di 24'ê Tîrmeha 2015'an de li dijî Kurdan ragihand, 5 sal in didome. Dewleta Tirk a ku her cara qels bû xwe spart Kurdan û her cara xurt bû hewl da Kurdan tasfiye bike, bi çi rengî ev şer dest pê kir?

Hevserokê DFG'ê Serdar Altan bal kişand ser rewşa rojnamevaniyê ya li Tirkiyeyê û got, "Hikumet ji bo ku dengê civakê û rastiyê binixumîne, serî li hemû rê û rêbazan dide. Bi zext û zordariyê dixwaze raya giştî ji nûçe, bûyer û rageşiyên li welat bêpar bihêle. Deshilatdarî dixwaze çapemeniyek yek rêz û yek deng ava bike."

Di dîroka Yekîtiya Ewropayê de, hilberîna enerjiya dikare ji nû ve bê bikaranîn, yekemcar îsal hilberîna enerjiya fosîlê li pey xwe hişt. Belavbûna gaza Co2 jî di asta yek ji pênc paran de kêm bû.

Di encama karekî zanyarên Çînî de, tê gotin ku testeke xwînê hatiye afirandin ku semptomên gelek cûreyên karserê beriya bi salan tespît dike.

Şerê navbera Ermenistan-Azerbaycanê bi tevdana Tirkiyeyê bêhtir sor dibe. Neteweyên Yekbûyî ji bo çareseriya vî şerî bi rêya danûstandinan bang kir.