ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç got, li girtîgehên ku vîrûsa koronayê lê hatiye dîtin, girtî di bin navê karantînayê de li hucreyên yek kesî tên bicihkirin û bang li raya giştî kir.

Bi guhertina qanûnî re pêşî li berdana girtiyên siyasî hate berdan. Li girtîgehên Mûş, Bedlîs û Qersê rewş qet neguheriye.

Masiyê Gola Wanê ku li dinyayê tenê li Wanê heye, bi 15'ê Nîsanê qedexeya nêçirvaniyê re dest bi koçê kirin.

Mirovahî heta vê serdemê li dijî gelek nexweşiyên şewbê têkoşiya. Nexweşî, şewb û mirina bi komî ne cara destpêkê ye, ne jî ya dawî. Hin ji van gelekî giran û bi êş bûn.

Karkerên koçber ên li welatên Kendavê ku bi salan e di nava şert û mercên li derveyî mirovahiyê tên xebitandin, ketine bin bandora giran a şewba Covîd-19.

Yek ji şîrketên ku krîza aboriyê ya şewba Covîd-19 ji xwe re kir hincet Boeîng e. Boeîngê ragihand ku wê 7 hezar karkerên xwe ji kar derxîne.

Space X ku yekemîn amûra fezayî ye ji aliyê sektora taybet ve hatiye çêkirin, wê di meha Gulanê de ber bi Stasyona Fezayî ya Navneteweyî ve bê şandin.

Li Bolîvyayê di encama lêkolînekê de şopa karên çandiniyê yên beriya 10 hezar salî hate dîtin.