ROJEVA 23'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Koordînasyona KJK'ê, Gulnaz Karataş (Bêrîtan) di salvegera 28'an a şehadeta wê de bi bîr anî û bi vê wesîleyê hêzên YJA Starê yên li Heftanînê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şer dikin, silav kir.

Dewleta Tirk ku nuqteqyeke çavdêriyê ya li Idlibê vala kir, ji bo bazariyê li ser êrişên dijî Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bike, Idlibê hîn jî bi kar tîne. Enqere li gel dewamkirina lîstika navbera DYE-Rûsyayê, nakokiyên navbera komên cîhadîst jî kûr dike.

Partiya Çep, rpaorên CPT xiste rojeva Meclîsa Elman a Federal, ku CPT tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qebûl dike.

Parlamenterên Partiya Karker a Sosyal Demokratîk û Partiya Lîberal ên Swêdê xwestin, qirkirina Seyfo ya ku destpêka salên 1900'î qewimî, li dibistanan bê xwendin.

Li gorî lêkolîneke ku li DYE'yê hate kirin, di destpêka sala 2019'an de di destpêkê de li Hindistan û Efrîkayê zêdeyî 476.000 pitikên nû ji dayik bûn, jiyana xwe ji dest dan.

Fîlîstîniyan doza tazmînatê li Deklarasyona Balfoûrê vekirin ku beriya 103 salan Brîtanya Mezin bi rêya vê peymanê destûr da avabûna dewleteke Îsraîlê. Fîlîstînî îdîa dikin ku ev peyman bûye sedema êş û azaran.