ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2021'Ê
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
- Bi rizgariya ji astengiyan, bi bersivdana li pêwîstiyan em diketin nava pêvajoyeke hîn mayinde û nikare bê tasfiyekirin. Nîşaneya şênber a vê yekê jinûve li xwe kirina navê PKK’ê bû, pênasekirina destketiyên azadî û nasnameya gel bi navê KCK’ê bû.
- Ji fermandarên YJA Starê Jîndar Çayan destnîşan kir ku wan di vê pêvajoya berxwedanê nîşan dane bê çiqasî li ser teknîka dijmin pispor bûne û li ser teknîka di destê xwe de serwer in.
- Ehmedê Pîrê ku sala 1979'an li Kobanê dema ku berberî dikir PKK nas kir, ji sempatîzaniyê heta bi kûryetiyê qala têkoşîna xwe ya heta niha û bandora Ocalan a li ser wan kir.
- Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku li Îmraliyê hiqûqa dijminatiyê bi cih tê anîn û got, "Pîvanên Mandela têne binpêkirin."
- Heyva Sor a Kurdistanê alavên alîkariya lezgîn ên ji bo koçberên li ser sînorê Polonya-Belarusê peyda kir, bi rê kir.
- Şêniyên kampa Vegerê ya navçeya Şêrewayê, ku ji ber zilm û zora dewleta Tirk koçber bûne, ji kiryarên dagirkeran xelas nebûne. Şênî dibêjin, ew ê heya rizgariya warê xwe berxwedana xwe bidomînin.