ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rêveberiya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê 631 endamên DAÎŞ'ê efû kir. Hevserokê Dadgeha Parastina Gel Hesen Silêman diyar kir ku ji sala 2014'an ve 7 hezar DAÎŞ'î tên darizandin û yên hatine berdan jî sûcên sivik kiribûn.
Hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP'ê Hişyar Ozsoy ragihand ku MPKE'yê wê pêşnûme biryareke têkildarî zextên li ser HDP'ê di 23'ê Cotmehê de nîqaş bike û pêşkêşî dengdanê bike. Ozsoy got, "Zextên raya giştî ya navneteweyî yên li ser Tirkiyeyê wê zêde bibin.
Serokê PADÊ’ê Omer Salih bal kişand li ser peymana navbera Iraq-Hewlêrê û got: "Li pişt planên li ser Şengalê dewleta Tirk heye. Êzidiyên niha ne Êzidiyên beriya 2014’an e. Ti peymanekê qebûl nakin ku erêkirina Êzidiyan nebe."
Tevgerên Ciwanên Kurd li Fransa, Elmanya û Awûstûryayê li gelek bajaran ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin.
Endamên NATO'yê yên li Ewropayê û Kanadayê, lêçûnên leşkerî îsal jî zêde kirin.
Piştî ku rejîma Îranê ragihand ku ambargoya çekan a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi dawî bûye, Hêzên Çekdar ên Îranê ji bo sîstema parastina hewayî ya 'xwecihî' biceribîne, dest bi tetbîqatên leşkerî kirin.
Li Nîjeryayê, di xwepêşandanên dijî rêveberiya nebaş a welêt û tundiya polîsan de herî kêm 12 kes ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin kuştin.