ROJEVA 22'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku Erdogan hewl dide bi krîz û kaosê Tirkiyeyê bi rê ve bibe û got, di dema 12'ê Îlonê de jî bi vî rengî nebû.

- (Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Nûrhak Delal) Xwedî sê xeyalan bû. Di nava şert û mercên azad de karibe careke din Rêbertî bibîne; xelkê Başûrrojava karibe hîn bi xurtî tevlî nava têkoşînê bibe: Karibe careke din li xaka lê ji dayik bû vegere û tola jin û zarokên di komkujiya Mereşê de hatin qetilkirin hilîne.

- Endama Fermandariya Giştî ya YPJ'ê Rojhilat Efrîn jinên ku li Îranê qetilkirina Jîna Emînî şermezar dikin silav kir û got, "Em bi hemû hêza xwe bi jinên li Îranê re ne."

- KCDK-E'yê berxwedana jinê ya li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê silav kir û bang kir ku ji Ewropayê piştgirî ji vê berxwedanê re bê dayin: Li her welatê ku em lê dimînin, em bibin dengê berxwedana jinê.

- Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd wê li Fransayê ji bo şermezarkirina Jîna Emînî li gelek bajaran çalakî bêne lidarxistin.

- Besê Bûdak bal kişand ser dengbêjên Botanê û got, "Dengbêjî çanda me ya herî qedîm e. Me ev çanda xwe gihand heta vê serdemê. Divê ciwanên me xwedî li kevneşopiya dengbêjiyê derkevin."