ROJEVA 21'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez li ser bêhiqûqiya li Îmraliyê ku di dema şewbê de jî dewam dike, raporek şand CPT. Bîlmez diyar kir, tecrîda ku 21 sal in didome ne ji bo tenduristiyê ye, lê ji bo cezakirin û tolhildanê ye. Bîlmez bi bîr xist ku muwekîlê wan Ocalan 71 salî ye, pirsgirêka bêhntengiyê pê re heye, lewma di nava rîskek mezin de ye.
Endama Rzigariya Jinan Nûpelda Çelîk banga 'li malê bimînin' a li Tirkiyeyê piştî şewbê hate kirin nirxand û got, tevdîr ji bo her kesî nehate wergirtin û tundiya li jinê zêde bû.
Hevya Sor a Kurd li dijî şewba vîrûsa koronayê li bajarê Hesekê nexweşxaneyek ji 120 textî ava kir. Nexweşxane bi piştgiriya Heyva Sor a Kurdistanê ava bû û kesên bi nexweşiya vîrûsa koronayê bikevin wê lê bên dermankirin.
Pirtûka 'Amara' ya M. Saît Uçlu ku ji Weşanên Meymanê derket, pirtûkeke hêjayî xwendinê ye. Ji pirtûkekê wêdetir destanek e, çîrokeke ku hûn ê bixwazin bikevin hundirê wê.
Bi dehan wekîlên Parlamenta Ewropayê, ji bo tevdîrên kontrola tund a li gelek welatan ji ber şewba Covîd-19 ketin rojevê nebin hincet ji polîtîkayên otorîter ên dewletan, bang kirin ku bi lezgînî tevdîr bên girtin.
Li Qraliyeta Yekbûyî ku yek ji wan welatan e ku krîza aboriyê ya heyî bandoreke giran lê kiriye, di nava meh û nîvekê de 70 ji sedî rêjeya îflasê zêde bû.
Li gorî lêkolîneke li Fransayê, rîska ku zarok vîrûsa Covîd-19 belav bike, ji ya mezinan gelekî kêmtir e.