ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya Konseya Ewropayê dest pê kir, wê bê şopandin.

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Sozdar Avesta peymana navbera PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê nirxand û got, "Gelê Şengalê wê desthilatdariya revok û xayinan ti carî qebûl neke."

Seroka ÎHD'ê Şaxê Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku girtiyên nexweş, ji ber karantînaya piştî veguhastinê, êdî naxwazin biçin nexweşxaneyê û got, girtiyên di kategoriya metirsîdar de ne divê bên berdan.

Şervana YPJ'ê Delal Reqa ku tevî malbata xwe tevlî pêngava rizgariya Reqayê ya ji dagirkeriyê bû, hovîtiya DAÎŞ'ê bi bîr xist û got, "Lê belê îro li Reqayê mirov hene û azad in."

Dadgeriya Spanyayê biryara berdana midûrê emniyetê yê katalan da ku têkildarî referandûma serxwebûnê ya Katalonyayê bi 'serhildanê' dihate sûcdarkirin.

Li Fransayê, ku hefteya derbasbûyî roja Înê serê mamosteyekî hate jêkirin, 'Kolektîfa Şêx Yasîn' jî di nav de wê gelek saziyên pêwendiya xwe bi Îslama tundrew re hene bên girtin.