ROJEVA 21'Ê ÎLONA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Mûzaffer Ayata diyar kir ku ji ber rêveberiya AKP-MHP'ê Tirkiye bûye navenda terorîzma cîhanê û got, çavkanî, têkilî, fînansman, perwerde û stargehên ji bo vê terorîzmê, ji aliyê hikumeta Tirk ve têne pêşkêşkirin.

- Nivîskar Elî Kerîmî di pirtûka xwe de ya bi navê "Sinûrên jêr pê xirawekan", qala siyaseta PDK'ê ya di 'Qiyade Moqete' (Rêveberiya Demkî) dike, ku li hemberî Rojhilatê Kurdistanê kir.

- Ji bo bîranîna endama Konseya Rêveber a KJK'ê Delal Nûrhak û gerîlayên jin ên li qadên cuda şehîd bûn, di 24'ê Îlonê roja Şemiyê de çalakiyeke bîranînê tê lidarxistin. TJK-F'yê banga tevlîbûnê kir.