ROJEVA 20’Ê TÎRMEHA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Endamê Berê yê CPT’ê Jean-Pierre Restellini ku 3 caran serdana Îmraliyê kiriye, anî ziman ku tecrîda Îmraliyê nayê qebûlkirin û destnîşan kir ku CPT’ê divê têkildarî Tirkiyeyê daxuyaniyê bide raya giştî yan jî bifikire ku serdaneke din li Îmraliyê pêk bîne.

-Dîrektora Ofîsa Têkîliyên bi Gel re ya PYD’ê Sîhanok Dîbo got: “Yekane hewldana dewleta Tirk ew e ku li Rojhilata Navîn û Sûriyeyê bi temamî Kurdan bêrol bihêle.”

- Parlamentera DEM Partiyê Zeynep Odûncû anî ziman ku hevdîtina ku bi Îmraliyê re bê kirin wê bandorê li ser misogerkirina azadiya hemû gelan bike.

- PKK partiya şehîdan e û şehîd jî xwediyên rastîn ên vî welatî ne. Rêber Apo dibêje, “Ji bo ku ez xwedîderketineke rast û dirust li şehîdan û rêya wan bikim, ez hewl didim ku rêbertiyeke baş bikim û armancên wan bigihînim serkeftinê. Xwedîderketina rastîn a li şehîdan jî domandina rê û armancên wan e, ev jî tenê bi serkeftinê dikare were pratîkkirin û misoger bibe.” (HÎWA EHMED)

- Ji şahidên şoreşa Rojava diyar kirin ku ev şoreş ji mîraseya berxwedaniya zindanan tê û gotin: “Ev şoreş xewn bû û ev xewin pêk hat. Vaye alên me li ser her baniyê li ba dibe û me xwe bi wê yekê re jî da îsbatkirin.”

-Çalakiyên xizmên windayan ên ku ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin bipirsin tên lidarxistin, wê werin şopandin.

-Çalakiyên li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê, wê bên şopandin.