ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2020'AN

Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Rojnamevanên dîlgirtî ku neketin ber qanûna efûyê, ji ber qedexeya di heman qanûnê de hate bicihkirin, wê nikaribin rojnameyên mûxalîf jî bixwînin.

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Okkeş Kawa û Serokê CHP'ê yê Bajêr Mehmet Kûrûkçû diyar kirin, hatine penaberan a ber bi Wanê ve didome û ji bo şewba vîrûsa koronayê zêde belav nebe xwestin tevdîr bên girtin.

Çeteyên Boko Haram ku ji sala 2009'an ve li gelek welatên Efrîkayê bi komkujiyan di rojevê de ne, ji ber ku welatên li dora Gola Çadê bi hev re tevnagerin komkujiyan dikin.

Li Wanê, ji ber negirtina tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê hejmara nexweşan zêde dibe. Ji ber xemsariyê, hejmara mirovên li gundê Ormetaş ê navçeya Elbakê bi vîrûsê ketine gihîşt 44 kesî.

Li Efrîkayê, di têkoşîna dijî pandemiya vîrûsa koronayê de doktor û hemşîreyên jin li refên herî pêş in.

Rojnamevan û nivîskar Yekta Şoreş têkildarî pirtûka xwe ya helbestan a bi navê 'Azadî' axivî û got, "Di pirtûkê de êşên gelê me, hesret û hêviyên wan hene."