ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Nûrhak destnîşan kir ku xeta Bêrîtan a bi fedayîtiya hişmendiay zayendî, siyasî û dîrokî yek ji perspektîfên bingehîn ên artêşbûna jinê ye.

Jinên ciwan ên wênesaz yên li bajarê Kerkûkê dibêjin: "Hişmendiya zilamsalar a di nav civakê de li pêşiya jin ên ciwan asteng e ku bikarin kêrhatiyên xwe nîşan bidin û bi pêş bikevin."

Salih Muslim diyar kir ku Mutabaqata Edeneyê ji bo Sûriyeyê belgeyeke teslîmiyetê ye, lê belê êdî bêhikum maye û got, li Sûriyeya nû divê ev yek bê betalkirin.

Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen anî ziman ku Varşova ya ku li ber serweriya bloka ji 27 neteweyan radibe, wê bêceza nemîne.

Li gorî raporeke nû, qeşayên heyî yên Afrîkayê ji ber guhertina avhewayê wê di nava bîst salên bê de bi temamî bihelin.

Rayedarên DYE'yî gotin, kesên ku hefteya derbasbûyî li Philadelphiayê di trenê de alîkarî nedan jina ku destavêtin lê dihate kirin, dikarin bêne sûcdarkirin.