ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Çalakiya rûniştinê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li pêşiya avahiya Konseya Ewropayê tê lidarxistin wê bê şopandin.

68 wekîlên Parlamenta Ewropayê (PE) ji Serokê PE'yê Davîde Sassolî re nameyek nivîsîn û bang lê kirin, ku ji bo lêkolînkirina sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine, heyetekê bişîne.

PDK rojên dawî li herêma Berwariyê gelek civînan li dar dixe. Ev yek jî dibe sedema fikara 'gelo amadekariya provokasyonan tê kirin?'

Dewleta Tirk ku beşeke mezin a zozanan qedexe kiriye û çûyîna li hin zozanan jî bi gelek şertan ve girê daye, di vegerê de jî zext û zordariyeke mezin li mirovan dike. Li gel heqaretan her wiha ceza tê birîn.

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyat Ceylan got: "Li Rezanê hesap û kiryarên qirêj tên kirin. Hikûmet ji alîgir û derdora xwe re rêya dewlemendiyê vedike û di aliyê din de jî dixwaze demografiya herêmê biguherîne."

Minetdariya ji bo rastiya ku hîn dike; jin her ku şer dike hebûna xwe diparêze, rastiya xwe diafirîne, jin a ku bi têkoşînê bedew dibe hîn bêhtir tê hezkirin.

Malbatên Mazlûm Dag û Abdûrahman Er ku zarokên wan 17'ê Tîrmehê li Başûrê Kurdistanê bi cezayê îdamê hatin cezakirin, nameyek ji Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî re şandin û bang lê kirin ku ceza erê neke.

Li gorî rapora dawî ya ji aliyê Ajansa Hawirdorê ya Ewropayê (AEE) ve hate weşandin, ji pêncan çarê herêmên jiyana xwezayî ya li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) di bin metirsiyê de ne.

Nyîragongo yê li Efrîkayê ku weke yek ji çiyayê volkanîk ê herî xetere yê cîhanê tê naskirin, liv û tevgera lavê ji nû ve dest pê kir. Tê gotin ku metirsî li ser bi milyonan kesî heye.