ROJEVA 2'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Şahidê fermana 73'an a ku li Kurdên Êzidî rabû rojnamevan Hayrî Kiziler diyar kir ku konsepta qirkirinê "biryareke siyasî" bû. Kiziler destnîşan kir ku PKK'ê bi berxwedana xwe ew çerxa qirkirinê ji hev xist.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina fermana di 3'ê Tebaxa 2014'an de rabû wê bên şopandin.

Yek ji gerîlayên ku li dijî êrişên qirkirinê yên çeteyên DAÎŞ'ê ji bo parastina gel çû Şengalê, Êriş Hewreman bû. Hewreman got, "Di demekê de ku cîhan hemû bêdeng ma, gerîla bi hawara gelê Şengalê ve beziya."

Hejmara 14'an a kovara jin ên ciwan Xwebûn derket. Kovara Xwebûn ku mijarên têkildarî çand û jinê tê de cih digirin, sê mehan carekê tê weşandin.

Bagera Îsaîsasê ku li Bahamasan bi bandor e, ji doh ve xwe gihandiye peravên eyaleta Florîda ya DYE'yê.