ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Rejîma AKP-MHP'ê beriya mehekê qeyûm danî ser şaredariya herî dawî ya bajêr a HDP'ê; şaredariya Qersê. Bi taybetî saziyên jinan hatin girtin û bajar veguherî rewşa beriya hilbijartinên 31'ê Adarê.
Hejmara meha Mijdarê ya rojnameya mehane ya jinê Newaya Jin bi manşeta "Jinên çiyayî ji bo xweparastinê bang dikin" derket.
Hejmar 466'an a rojnameya Serxwebûn bi manşeta "Bi pêngavê em komplo û nokeriyê têk bibin, azadiyê misoger bikin" gihîşt ber destê xwendevanan.
Gerîla Zeynep Amanos ne tenê gule berdida dijmin, her wiha hewl dida hevrêyên xwe yên birîndar jî rizgar bike. Li gorî wê, şervanek divê heta kêliya dawî jiyanê biparêze.
Serokwezîrê Fransayê Jean Castex lihevkirina "salên dûr û dirêj" a bi Îslamperestiya tundrew şermezar kir û got, "Divê em di vî şerê îdeolojîk de bi ser bikevin."
Tayfûnê herî dijwar ê salê Gonî li Fîlîpînê da. Herî kêm 10 kes mirin, nêzî 400 hezar kes hatin veguhastin. Berê Tayfûn li Vîetnamê ye.
Gurcistan li ber krîza siyasî ye. Li paytext Tîflîsê bi hezaran kesên alîgirê muxalefetê bi daxwaza hilbijartineke nû daketin qadan.