ROJEVA 19'Ê NÎSANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Beyza Ustun diyar kir, ku yek ji encamên destwerdana kapîtalîst bi vîrûsa koronayê re rû daye û got, ya em ê dersê ji vê şewbê derxînin, ya jî em ê ji vîrûs û hilweşînên nû re amade bin.
Koma muzîkê ya gerîla Awazê Çiya, albûma nû ya bi navê 'Botan' weke 'vegera li cewhera xwe' pênase kir û diyar kir ku bi rêya vê albûmê wan xwestine rabirdûyê bigihînin vê serdemê û paşerojê.
Ji Bo Yekîtiya Netewiya Kurdistan/Ewropa: Yekîtiya Neteweyî xizmetê ji gelê Kurdistanê û paşerojê re dike, sekna parçebûyî û şerê li dijî hev jî xizmetê ji dijmin re dike, pêşî li komkujiyan vedike.
Girtiyên li girtîgehên Herêma Marmarayê bi rêya malbatên xwe qala pirsgirêkên li girtîgehan kirin. Li gorî agahiyên girtiyan, deterjan di qedeha çayê de tê dayin, gardiyan bêmaske sermijartinê dikin û malzemeyên paqijiyê jî gelekî biha ne.
Partiya Çep têkildarî ambargoya 10 mehan a li ser kampa penaberan a Mexmûrê pêşnûme pirsek pêşkêşî hikumeta Elman kir. Hikumetê jî di bersiva xwe de îdîa kir ku "ambargo nîne" û ji bo alîkariya UNCHR a ku ji sala 2015'an ve hatiye birîn îdîa kir ku alîkarî didome.