ROJEVA 19'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Mijdara 2019'an.

Bûyerên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diqewimin, êrişên dagirkeriyê wê bên şopandin.

Çalakiyên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk pêk tên wê werin şopandin.

Metranê Suryan ê Herêma Cizîr û Firatê Morîs Hamsîh got, ew ji bo şervanên xwe yên li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin û ji bo yên di vê oxirê de şehîd bûne dia dikin.

Wîdat keçeke malbateke Asûr e ku 'ji ber şûr' ê Osmanî ma. Ji çiyayên Colemêrgê ji aliyê dewleta Tirk ve sirgûnî Til Temirê hatin kirin. Wîdat li dijî êrişên DAÎŞ'ê heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, ku DAÎŞ rûyekî dewleta Tirk bi xwe ye.

Çalakiya 'Nobeda Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj û bênavber a Kurdan e vê hefteyê bi komeke nû didome.

Gulşen Îhtiyatoglû ku tevî zor û zehmetiyên giran bi salane li Colemêrgê esnaftiyê dike, bi karê xwe yê dirûnê hewl dide tevlî debara malbata xwe bibe.

Piştî ku Donald Trump bû Serok, polîtîkayên DYE'yê yê li dijî koçberan roj bi roj giran bûn. Li gorî texmînan li DYE'yê herî kêm 100 hezar zarok di girtîgehê de ne û li navendên dersînorkirinê ne.

Di demekê de ku li Yemenê şerê navbera Hûsiyan û hikumeta Mansûr Hadî ya bi piştgiriya Erebistana Siûdî kêm bû, tankereke petrolê ya ji Siûdî ji aliyê Hûsiyan ve hate revandin.

Welatiyê Êzîdî Nedîm Erkîş diyar kir erd û milkên wan ji aliyê alîgrên AKP û Partiya Saadetê ve hatiye desteserkirin û got, 7 sal in ji bo ku vegerin li ser milkê xwe têkoşîna hiqûqî didin û tenê daxwazek me heye ew jî vegera gund e.