ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.
Li Îmraliyê ku Rifat Ilgaz digot, "Şert giran in, girtiyê herî xurt jî herî pir 2 salan debar kiriye", Rêberê Gelê Kurd bi şertên giran, êşkenceya spî û bi bêhiqûqiya ku ji cîhana derve bi temamî hatî qutkirin, ev 21 sal in hewl dide ku bijî.
Endamê Heyeta Aştiyê ya Navneteweyî Felîx Padel diyar kir ku gelê Kurd ne tenê ji bo xwe, her wiha ji bo tevahiya cîhanê modeleke alternatîf a demokrasiyê pêşkêş kiriye û got, "Nivîsên Ocalan ji bo tevahiya cîhanê girîng in."
Çalakiya rûniştinê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber avahiya Konseya Ewropayê dest pê kiriye, wê bê şopandin.
Tê gotin, dewleta Tirk hewl dide PDK û DYE'yê jî tevlî projeya xwe ya Deriyê Sînor ê Ovakoyê bike û bi vî rengî bi cih bîne. Ji bo vê projeyê ku li ser Rojava û Başûr gef e, gava destpêkê li Şengalê hate avêtin.
Navê wî nîşaneya herî bedew a meşa wî bû. Xwedî wateyeke welê bû ku me di oxira wê de berdêlên herî bedew dan û ji bo azadiya wê tovên herî bedew çand. Xak, navê xwe xak bû. Mîna xakê bû.