ROJEVA 19'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 19'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin, wê bên şopandin.

- Li Qibrisê ku mufredata xwe ya perwerdeyê mîna ya Tirkiyeyê ye, jin li dijî şîdeta li jin û zarokan tê kirin, ji navendê heta gundewaran xwe bi rêxistin dikin.

- HDP ku ji her alî ve xwe ji bo hilbijartina herêmî amade dike, wê 20'ê Cotmehê li Amedê komxebatekê pêk bîne û bi vî rengî dest bi karê hilbijartinê bike. Di komxebatê de wê modela nû ya şaredariyê û polîtîkayên pratîkî bên tespîtkirin.

- Endama Meclîsa Federal a Eyaleta Hambûrgê ya Elmanyayê Cansû Ozdemîr, cîhadîstên tund ku tê gotin dema dawî xwe ji nû ve birêxistin dikin, xist rojeva meclîsa eyaletê.

- Saziya ramanê ya bi navê Terra Nova û Enstîtuya Montaîgneyê raporek amade kirin û diyar kirin ku divê welatên Yekîtiya Ewropayê hîn bi rengekî însanî nêzî penaberan bibin.