ROJEVA 19'Ê ADARA 2023'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyeyê wê Newroz were pîrozkirin.

- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên li ser mijarê wê bêne şopandin.

- Endama Konseya Leşkerî ya YJA Starê Rûken Jîrkî li ser wate û girîngiya Newrozê ji ANF'ê re nivîsî.

- Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan destnîşan kir ku Newroza 2023'an wê hem bîranîn be hem jî destpêka serxistina pêvajoya hilbijartinê be.

- Koordînasyona Hilbijartinê ya li Derveyî Welat û Ewropayê ya Tifaqa Ked û Azadiyê têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê agahiyên girîng parve kir û bang li her kesî kir ku ji bo bidawîkirina dîktatoriyê deng bidin.

- Gerîlayên HPG'ê Dilxwaz Teyî û Dilxwaz Germiyan Newroz pîroz kirin û gotin, çi dibe bila bibe wê dest ji berxwedan û têkoşînê bernedin.

- Wekîla HDP'ê Dîrayet Taşdemîr têkildarî hilbijartinên 14'ê Gulanê axivî û anî ziman ku hilbijartin ji bo jinan xwedî girîngiyeke krîtîk e û got, "Welat piştî vê hilbijartinê ya wê demokratîk bibe yan jî bi temamî dîktator bibe."