ROJEVA 18'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Cotmeha 2018'an.

- Çalakiyên ji bo azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin wê werin şopandin.

- Operasyonên li Bakurê Sûriyeyê yên li dijî DAÎŞ'ê tên kirin, wê bên şopandin.

- Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz got, heta ku Ocalan tecrîdkirî be di atmosfera siyasî ya Rojhilata Navîn de tiştekî baş nabe.

- Qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê ketiye sala 25'an. Zerarên ku qedexeyê daye Kurdan û demokrasiya Elmanyayê wê bi konferansekê werin nirxandin. Ji organîzatorên konferansê Dr. Elmar Mîllîch got, "Em ê stratejiya xwe ya li dijî qedexeyê diyar bikin."

- Parêzerên Platforma Piştgiriya bi Karkerên Balafirgeha 3. Bûrcû Gul û Ahmet Baran Çelîk xwestin, Karabûlût û karkerên pê re bi neheqî hatine girtin tavilê werin berdan.

- Hulya Toprak ku ji diya xwe hîn bûye tenûrê çêbike, vî karê xwe li Ceyhanê didomîne. Bi vê hunera xwe hem debara xwe dike, hem jî dibe wesîle ku nanê tenûrê bê lêxistin.

- Brîtanya Mezin wê meha Adarê ji nava Yekîtiya Ewropayê derkeve. Hewldanên lihevkirinê yên navbera Brîtanya mezin û 27 welatên din bê encam dimînin.