ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'Ê
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Nûçeyên sereke ji rojeva Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.
Grevên birçîbûnê yên bêdem-dorveger wê werin şopandin ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan pêk tê.
Çalakiyên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re têne lidarxistin wê werin şopandin.
Bûyerên têkildarî doza girtinê ya dijî HDP'ê û betalkirina wekîltiya Parlamenterê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû wê werin şopandin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik peyamek bi dîmen weşand, Newroz li her kesî pîroz kir û got, "Li ku dibe bila bibe divê gelê me biherike qadên Newrozê û li dijî AKP a ku Dehaq ê zalim temsîl dike, bi ruhê berxwedanê yê Kawa têbikoşe."
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê, nerazîbûn nîşanî doza girtina HDP'ê dan.
Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan bal kişand ser hesasiyeta li ser îdîayên têkildarî tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku rêya bidawîkirina spekulasyonan, hevdîtina bi lezgînî ye.
Gerîlayên YJA Starê û HPG'ê bi wesîleya cejna Newrozê peyam dan û gotin, "Dem hatiye ku di Newroza 2021'ê de Dehaqên serdemê bên têkbirin."
Siyaseta legal a Kurd ku 30 sal in dibe hedefa kuştin, êrişên bombeyî û operasyonên girtinê yên dewleta Tirk, bi pêvajoya partiyeke nû re rû bi rû ye. Di têkoşîna zor û zehmet de ya ji HEP, DEP, OZDEP, HADEP heta HDP'ê, her ku partî hatin girtin, gelê Kurd têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê mezintir kir.
Piştî doza girtina dijî HDP'ê, partiya Dîe Lînke bang li hikumeta federal a Elman kir ku polîtîkaya xwe ya têkildarî Tirkiyeyê jinûve binirxîne. Partiya Komunîst a Fransayê jî hişyarî da ku 'di avakirina dîktatoriyê de qonaxeke nû dest pê kiriye."
Partî û rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê bi gotina, "Bila Newroza îsal bibe çepera yekîtî û lihevhatina navxweyî" cejna Newrozê pîroz kirin û ji bo pîrozbahiyan banga tevlîbûnê kirin.