ROJEVA 17'Ê MIJDARA 2019'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Mijdara 2019'an.

Rewşa dawî ya dagirkeriya dewleta Tirk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wê bê şopandin.

Çalakiyên li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk wê werin şopandin.

Rojnamevanê Suryan û aktîvîst Davîd Vergîlî destnîşan kir ku Xiristiyan jî di hedefa paqijiya etnîkî de ne û got, divê rêveberiya xweser bê parastin ku gel di nava vê sîstemê de xwe bi xwe bi rê ve dibe.

Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û got, "Li herêmê her kes di heman eniyê de li ber xwe didin. Berxwedan wê heta bidawîbûna dagirkeriyê bidome."

Tankên Leopard-2 ku Elmanya di çarçoveya endametiya NATO'yê de û bi şertê 'nefiroşe kesekî din' radestî dewleta Tirk kiriye, di êrişa dagirkeriyê de ji aliyê çeteyan ve tên bikaranîn. Topên tankan ji aliyê Rheînmetallê ve tên amadekirin. Deng ji hikumeta Elman dernakeve.