ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên ji bo şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê têne lidarxistin wê bêne şopandin.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk anî ziman ku berxwedana meha Hezîranê pêwendiya xwe yekser bi berxwedana Îmraliyê re heye û got, "Ji ber vê yekê berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê veguheriye berxwedaneke navneteweyî."

Rojnamevan Serdar Karakoç ku li ser daxwaza îadeyê ya Elmanyayê hate binçavkirin û piştre bi şert hate berdan, spasiya her kesî kir ku piştgirî dan çapemeniya azad û bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî zextê.

Li gel gefên şer jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di coşa cejnê de kenê zarokan mîna hilmeke ji hêviyê belav dibe.

Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Mîrxan Karker cejna Qurbanê li gelê Kurd û alema Îslamê pîroz kir û got, "Yên ku di vê serdemê de olê bi kar tînin gotin û jiyana wan li hev nayê. Divê ev dijminên kedê baş bêne naskirin."