ROJEVA 17'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê.

Berdevkê Platforma Parastina Hevselê Vahap Işikli diyar kir ku şewata li Çiyayê Cûdî bi destê hêzên dewletê hatiye derxistin û got, "Li Cûdî, Gabar û Bestayê qirkirina ekolojîk heye. Dewlet dixwaze herêmê bike leşkergeh."

'Bijî Serok Apo' li her devera Kurd lê ne; li qada serhildanê, di çalakiyên gerîla de, li Newrozê, kêliya ku şehîd gihîştin xakê û li êşkencexaneyan bû soz û peymana berxwedan û azadiyê. Ev dirûşm yekemcar li ku û kengî hate bihîstin?

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel destnîşan kir ku gerîla û hêzên xweparastinê hemû, wê bi xurtî tevlî pêngava Konseya Rêveber a KCK'ê bibin û bi erka pêşengiyê rabin.

Ferman Memyan ku di berxwedana Cenga Heftanînê de bi rola pêşengiyê rabû, ji bo xaka Kurdistanê biparêze li dijî dagirkeran bû çeper.

Ji ber zêdebûna nifûsa mirovan û bikaranîna çavkaniyan bi rengekî neçê, tê dîtin ku armanca sala 2030'î ya ji bo afirandina cîhaneke birçîbûn lê nîne, nepêkan e.