ROJEVA 16'Ê ÎLONA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Parlamenterê Partiya Çep a Swêdê û Berdevkê Polîtîkaya Derve Håkan Svennelig diyar kir, ku piştî girtina doza kuştina Serokwezîr Olof Palme, wê mijara derxistina PKK'ê ji lîsteya rêxistinên terorê bixin rojeva Swêd û Yekîtiya Ewropayê.

Derhêner Alî Bedirxan ku yek ji wan kesan e ku hîmê sînemaya Misrê daniye, destnîşan kir ku ji bilî yekîtiyê rêyeke din li pêşiya Kurdan nîne û got, Rêberê Gelê Kurd Ocalan divê tavilê bê azadkirin.

Neteweyên Yekbûyî, sûcên şer ên ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrîn û Serêkaniyê yên dagirkirî dikin, bi dîmenên ji peykê wergirtî, bi belge kir.

Warşîn Avaşîn xewn û xeyalên Zeryan Mûş da ser milê xwe û rabû ser piyan. Têkoşînê dewam dikir. Hêrsa hevrêyên xwe yên şehîd ajot lûleya tivingê û bi vî rengî şer kir.

Armanca Yekîtiya Ewropayê ya kêmkirina karbondîoksîtê bi rêjeya 55 ji sedî, ji ber bandora xwe ya li sektora wesayitan bûye cihê nîqaşan. Hilberînerên wesayitan bi fikar in ku bazar bikeve destê hevrikên wan ên li parzemînên cuda.