ROJEVA 15'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Bayik: PKK’ê bi pêngava gerîla got ew ê hebe. Weke partiyeke ku soza dayî gel û şehîdan bi cih anî, bi biryardarî û vîna ku hebûna xwe bi renge partiye bidomîne pêngava 15’ê Tebaxê da destpêkirin.

Fermandarê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan destnîşan kir ku rejîma AKP-MHP’ê ya faşîst hemû qertên destê xwe danî holê, tevî krîzên aborî, siyasî û civakî jî her cûre derferên xwe bikar anî, dixwaze ji vî şerî encamê bigire. Karayilan got: “Em jî ketin berxwedanê bi têkbirinê îro ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn dikin hedef ku ji hemû xeterî û tahlokeyan hemû beşan rizgar bikin.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel a têkildarî 36’emîn salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da got: “Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê ku li ber ronahiya felsefeya Apogerî xwe pêş xistî, xwe gihandina vê lûtkeyê wê di asta têkoşînê de wê bi biryar têkoşîna xwe bidomîne, wê di çarçoveya vê têkoşînê de rê nede mêtingeran.

Berdevka PRJM Ayşe Gunay diyar kir ku pêşxistina zimanê nûçeyê ya jinê pêvajoyeke têkoşînê ya dirêj li xwe girt û got: “Di nûçeyê de ji bo derbaskirina zimanê serwer ê mêr, wê têkoşîna jinê diyarker be.”

Komeleya Asûrî-Sûryanî-Keldanî ya li Swêdê hatiye avakirin, diyar kir ku piştî qetilkirina Palme PKK û Kurd hatin hedefkirin, daxwaz kir ku divê Swêd hevrûyê raboriya xwe bibe û lêborînê ji Kurdan bixwaze.

Wê weke her hefte vê hefteyê jî çalakiyên Dayikên Şemî û Xizmên windayan bê şopandin.