ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

- Yek ji herêmên ku dewleta Tirk a dagirker gefê lê dixwe, Dirbêsiyê ye. Ji fermandarên ku tevlî amadekariyên parastinê bûne Berxwedan Korşît got, "Bi navê zarokên vê xakê em amade ne, em ê li ber dagirkeriyê rabin."

- Ji bo Yûsif Gulo û du neviyên wî ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûn, li bajarê Dortmundê yê Elmanyayê bi beşdariya girseyî civîneke bîranînê hate lidarxistin.

- Li Girtîgeha Ûrmiyeyê zexta li dijî girtiyên jin zêde bû. Girtiyên jin ragihandin ku wê ji nû ve dest bi çalakiyan bikin.

Mele Eyup Şemzînan dibêje; “Dewleta Tirk niha bi kiryarên xwe yên qirêj û bi karanîna çekên kîmyewî, li ber Xwedê dirabe. Di Îslamiyetê de ya herî pîroz, li dijî dagirkeriyê çek rakirine."

- Siyasetmedarên Kurd Mûsa Çîftçî û Habîp Eksîk diyar kirin ku desthilatdariyên Tirkikye û Başûrê Kurdistanê mirovan bêçare dihêlin, beşek ji mirovên hêviya xwe nemaye jî ji neçarî welêt diterikînin.