ROJEVA 15'Ê COTMEHÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 15'ê Cotmeha 2018'an.

- Serokê Rûmetî yê ÎHD'ê Akin Bîrdal operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî gelê Kurd nirxand û got, meşrûiyeta hilbijartinê ji niha ve bûye mijara nîqaşê.

- Serokwekîlê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen êrîşa nîjadperestî ya ku li Sakaryayê li dijî Amedsporê hate kirin êrîşeke tekane nîne û got, ev yek beyana îradeyê ya rêveberiya polîtîk e.

- Dema peymana Îdlibê ya navbera dewleta Tirk û Rûsyayê qediya. Ji niha ve peyman tê binpêkirin. Koma bi navê Heyet Tehrîr El Şam ragihand ku wê şer bike.

- Li Hambûrgê bi navê "Yekîtiya jinan wê rê li ber azadiyê veke" panelek hate lidarxistin.

- Girava Kaledonya Nû (Nouvelle Calédonie), ji bo ji serweriya Fransayê rizgar bibe û bibe welatekî serbixwe, wê 4'ê Mijdarê referandûmê bike. Ji ber nifûsa gelê Kanak ê xwecihî salên dawî kêm bû, şensê serxwebûnê kêm e.

- Cîhan hebûneke zindî ye ku timî xwe diguherîne. Ji bo karibe 'hilmê' bistîne, pêwîste xwe tev bide. Beriya bi sedan milyon salî hemû parzemîn bûbûn yek. Dema bê wê dîsa bibin yek, lê kengî û çawa?