ROJEVA 15'Ê ÎLONA 2021'Ê

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Ji Fermandarên QSD'ê yên herêma Firatê Cemîl Mazlûm destnîşan kir ku beriya 7 salan li Kobanê şerê man û nemanê hate kirin û got, "Ya tarîtî ya jî ronahî wê bi ser biketa. Li Kobanê ronahî bi ser ket."

Têkildarî Rustem Çakmak ê 25 salî ku beriya mehekê li gundekî Şemzînanê ji aliyê leşkerên Îranê ve hate kuştin, daxuyaniyek jî ji malbata wî re nehate dayin. Ev yek ne bûyereke destpêkê ya kuştinê li ser sînor bû.

Endamê Fermandariya YRK'ê Şiyar Şevger, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û qadên gerîla, bûyerên dawî yên li Rojhilata Navîn nirxand.

Meşa Dirêj a Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Têkoşer di roja 5'emîn de wê were şopandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin.

Di encama lêpirsîna têkildarî kuştina Serokdewletê Haiti Jovenel Moise de dozgeriyê pêşniyar li serokê dadgehê kir ku Serokwezîr Ariel Henry sûcdar bike.