ROJEVA 14'Ê TEBAXA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Ji fermandarên YJA Starê Berfîn Nûrhak diyar kir, xeta lehengiyê ku di şexsê fermandar Agît de derkete holê, ji Dihê heta Heftanînê hîn jî lehengan diafirîne.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan li ser salvegera 36'an a Pêngava 15'ê Tebaxê axivî û got, "Di sala 37'an de li ser xeta Agît wê tevger û gel bi ruhê serketinê û Pêngava 15'ê Tebaxê hîn bi xurtî şer bikin û bi ser bikevin."

Şêniyên Dêra Zorê di dîroka xwe de ne bi Osmaniya ne jî bi rejîma Baasê re bûne yek. Modela ku li avaniya wan a civakî tê, rêveberiya xweser e. Şêniyên vê herêmê niha di hedefa Tirkiye û rejîmê de ne.

Gerîla bi qasî jiyaneke bi rûmet, bi parastina xaka xwe re mîrateya rûmeta xwegihandina şehadetê li pey xwe dihêle. Yek ji wan cangoriyan jî Goran Goyî ye.