ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Bûyerên têkildarî şerê Îranê yê li ser Îsraîlê wê bêne şopandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê li dijî gelê Kurd dixwaze şer mezin bike û ji bo fê jî derfetên xwe hemû seferber kiriye. Sabrî Ok got, "Êdî bêhn li AKP û Erdogan çikiya ye."

Berdevka YJK-E'yê Kezban Dogan bi bîr xist ku çalakiya 15'ê Nîsanê ya li Strasboûrgê wê bi pêşengiya jinan bê lidarxistin û got, "Heta ku vê sîstema tecrîdê parçe nekin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger nekin em ê nesekinin."

Serokê Van Çev-Derê Alî Kalçik destnîşan kir ku AKP çavkaniya gelek pirsgirêkên giran ên li xwezayê ye û got, li gel înkarkirina nasnameya Kurd her wiha dijminatiyê li xwezaya Kurdan dike.